JI BO XWEDAVEND SARA
Kadın / 12 Mart 2013 Salı Saat 21:01
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Tû wek kûlîlke kî di nav dilê kurda de şîn bû yî. Wek avekê zelal mîna ava Dicle û Fırat, wek Mûnzûr a xweşik, diherikî ji Dêrsimê heya çiyayên azad.

Ezda Amargî

Tû wek kûlîlke kî di nav dilê kurda de şîn bû yî. Wek avekê zelal mîna ava Dicle û Fırat, wek Mûnzûr a xweşik, diherikî ji Dêrsimê heya çiyayên azad. Tû sond û peymana Seyîd Riza, tilîlîya li ser zimanê Besê û Zarîfeyan bûy.  Ew jinên kû, bi egîdî li hember dijmin berxwedan û xwe kendalan de avêtin xar. Tû wek evîna Zilan, ew Zîlan’a di nav dilê dijmin de parçe parçe bû yî.  Zanim ew jinên qehreman, ew jinên bûne tirs û xofa dijmin, bihezaran ew jinên kû navên wan nayên zanîn te pêşvazî dikin. Tû jî wan çavên kû dilê te yê xweşik di nav de xûya dike li wan mêze dikî, bi devekî kenî û serbilind, bi hesrata hezar salan wan hêmbez dikî.  Wê hevdîtina dîrokî de, derdore we çîçekên bi reng û reng vedibin. Bêhna binevşa diçe heya asûmana û îro bûka baranê bi rengê we vedibe….

Dizanim, îro Mûnzûra bi salane rondikên dayîka ve diherike pir xemgîne, ew çiyayên bêhna xeyalên te yên zaroktîyê jê tê, îro ji bo te rondik dibarîne û dibêjin ne bû keça Dêrsimê, ev veger ne bû, ji ber kû ev veger pir zû bû. Erê jina Dêrsimê ya şoreşger, Tû yê bikevî nav gotinên dengbêjan.  Ew dengbêjên dilovan, bi salan êşên Kurdan, evînên bêziman gotine, ewê vê car di nav stranên xwe de behsa berxwedana te bikin, behsa xweşîkbûyîna te, ronakbûyîna te, bi hêvîyên mezin mêzekirina te, ewê bibejin ew jin evîndarê kurdistanê bû, evîna wê, evîna Derwêş û Adûlê derbas kiribû, ew çîrokek bêdawî, stranek ji nav dil de bû, ew jinekê egît bû, bi sekna xwe, bi meşa xwe dilê dijmin de bibû tirsek mezin. Bi peyvên xemilandî, dilê te yê xwedavend bînin ziman…….

Erê fermandara hêja,  zelalbûna te wê bikeve rûpelên dîrokê. Her peyvek serhildêrbûna te, berxwedana te, ew berxwedana te li hember dijmin daye bê nivîsandin.  Îro şûnda çîçek û kûlîlkên çîyayên Dêrsimê ji bo te vedibin, ew çiyayên kû rêhevalên te di nav hêmbêza xwe de vedişêre, ewê behna te bi lez û bez, di nav bager de bigîhîjîne rêhevalên te………………

Erê jina serbilind, bavê Xizir, di serê zarokên Dêrsimê bide ser çoka xwe û bi navê düzgün baba  destpêbike; erê zarokno, ezê îro behsa jinekê dîrok daye şermê bikim, ew jin jinekî bi egîdîya xwe re bi nav û deng bû. Di nava dilê xwe de azadbûna tevahî jina bicîh kiribû. Ewê wisa berdevam bike;  bibêje ew jin jinekê ew kas bilind bû wek xwedawenda bû. Ew jin dijminê hov û xwînxwar bi tifa xwe fetisandi bû. Ew qêrînek bû, ew qêrîn bibû bersiva qêrina zarokên Dêrsimê, bersiva jinên Dêrsimê yên qehreman, jinên kû bi hezar salin êş dikêşin. Wê jinê tu car hemberê dijmin serê xwe netawandibû. Ew hevala rojê ya pîroz bû, hevala Mazlum bû ew Mazlumê bûye agirê Newrozê, ew hevala kûlîlkên ji bo azadîyê bedena xwe dane ber agir, ew hevala wan egit u qehremanên yên kû, bi fikr û ramana xwe dijmin binxisti bûn. Erê zarokno ew jin hêja temenê we de evîndarê çiyayên Dêrsimê bû. Xeyalên xwe yê zaroktî bi Dêrsimê xemilandi bû. Bi axînek mezin ewê bibêje erê zarokno ew jin tekoşerekê mezin û azad bû, hûnê vê jinê sal bi sal di nav dirokê de bibînin û bibêjin. Car caran serê xwe rakin ber bi asûmana ve çavên xwe yên xweşik mêze bikin hûnê wê jinê bibînin li ser çiyayên Dêrsimê difire. Erê zarokno ew jin Sakîne Cansiz bû keça Dêrsimê, keça Kûrdistan a pîroz û dîrokî bû.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.