QENDÎL- Endamê Lîjneya Rêveberiya Konseya Giþtî ya KCK’ê Diyar Xerîb, li ser hilbijartina giþtî ya li Tirkiyeyê pêk hatî, serkeftina HDP’ê û piþtî hilbijartinê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêþketinên li Rojava nirxand û diyar kir ku PDK di van pêþketinan de di pratika xwe de da niþandan ku bi AKP’ê re siyaseteke paralel dimeþîn e.
Endamê Lîjneya Rêveberiya Konseya Giþtî ya KCK’ê Diyar Xerîb
, li ser hilbijartina giþtî ya li Tirkiyeyê pêk hatî nirxand û da zanîn ku di
xebatên hilbijartinê de PDK piþtgiriyeke vekirî an jî veþartî ji HDP’ê re
nekir, berovajî vê hin caran vekirî hin caran veþartî piþtgiriya AKP’ê kir.
Xerîb, li ser serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinê de bidest xistî jî destnîþan
kir ku ji ber HDP projeyekî ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye
danîn û hemû aliyên di nava xwe de hewandî bi ser ketiye û divê ji niha û pê de
jî hemû aliyên jixwe re dibêjin em aþtîxwaz û demokratîxwazin divê heya dawî
piþtgiriya xwe ya li ser HDP’ê bidomîn in û berfirehtir bikin. Xerîb, li ser
tecrîda Rêberê Gelê Kurd Ocalan a piþtî hilbijartinê hat kurkirin jî rawestiya
û anî ziman ku ji ber projeya HDP’ê ku ya Ocalan bû bi ser ket AKP piþtî
hilbijartinê tecrîd li ser Rêber Apo kûrtir kir. Xerîb, diyar kir ku ew hêvî
dike PDK rasterast an jî ne rasterast rola wan di vê mijarî de tûne be.
Xerîb, derbarê van mijaran de pirsên Navenda Lêkolînê
bersivand.
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartina giþtî pêk hat û
ji hêla her kesî ve hat destnîþan kirin ku HDP bi serkeftinek mezin pêk anî.
Piþtî hilbijartinê ji hêla Serok Komar Erdogan û AKP’ê ve tecrîda li ser Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûrtir kir, hûn vê çewa dinirxînin. Ya din jî rola PDK’ê
di van pêþketinan de çiye?
‘Yê serkeft projeya Rêber Apo ye’
Li Tirkiyeyê bi hatina hilbijartina giþtî re HDP wek e partî
kete hilbijartinê û bi ser ket. Projeya HDP’ê bêgûman projeya Rêber Apo bû.
Serkeftina HDP’ê tê wateya ku hemû aliyên çepgir, kesên demokrat, oldar û kesên
din xwedî li vê projeyî derketin û HDP bi ser ket. Lê em vê jî bibêjin eger
xebateke xûrtir hatibûya kirin dê serkeftinek mezintir derxistibûya holê. Ev
encam peyamek ji bo kesên Tirkiyeyekî demokrat nedixwestin re peyamek bû. Di
alê din de jî ji bo kesên demokrat ev netîceyek kêfxweþiyê bû û projeya Rêber
Apo deng veda.
‘AKP ji ber xetereyê li ser projeya xwe dît tecrîd kûrtir
kir’
Li Tirkiyeyê di hêla netewî, îdarî, civakî, olî, mezhebi,
rêeberiyeke rast de gelek pirsgirêk hene. Eger di hilbijartinê de projeya HDP’ê
biserneketibûya heye Tirkiye bibûya Sûriye û Iraq ê ku di nava qaosê de ye. Ji
ber vê yekê ji niha û pê de jî ev piþtgiriya projeya HDP berdewam bikin. Ev
nayê wê wateyî ku her kes bibe kurd, her kes bibe yek ol, her kes bibe yek
milet, her kes bi renge xwe di nava vê projeyî de dikare xwe bibîne û xwe birêxistin
bike. Di nava AKP’ê de gelek reng hene lê hemûyan kirine Îslam, gelek reng di
nava CHP û partiyên din de hene lê ya hemûyan dikin Tirk.
Bê gûman ji ber AKP di hilbijartinê de têk çû an jî tiþtê
dixwest bidest nexist, xetereyek li ser projeya xwe dît û ji ber vê yekê jî
tecrîd li ser Rêber Apo kûrtir kir. Niha Rêber Apo di zindanê de projeya HDP’ê
pêþxist, Erdogan û AKP ji ber dîtin ku ev projeya HDP ya Rêber Apo ye û pir
xûrt e lewma tecrîdê li ser Rêber Apo berdewam kir. Ji ber vê jî aliyên aþtîxwaz
û demokratîxwaz li hemberê AKP’ê têkoþîna xwe xûrtir bikin da ku Tirkiyeyê ber
bi demokratîkbûnê ve bibin. Lewra AKP berovajiyê HDP’ê projeyekî ku bi pêkûtî,
girtin û heta bi provokasyonan rê li pêþiya projeya HDP’ê bigire û Tirkiyeyê bi
yek rengî ve bibe ye.
‘Em hêvî dikin rola PDK’ê ya li ser tecrîda Rêber Apo tûne
be’
Di hêla tecrîda li ser Rêber Apo de em hêvî dikin ku rola
PDK’ê rasterast tûnebe. Çewa tê zanîn ku PDK mixabin vekirî piþtgiriya HDP’ê
nekir, berovajî vê hin ciha vekirî hin ciha nerasterast piþtgiriya AKP’ê kir.
Eva tiþtek nebaþ bû. Yanî ji bo PDK’ê bixwe nebaþ bû. PDK eger dixwaze rolek
Kurdistanî an jî xebatek bimeþîne, divê nekeve van xeletiyan. Lewra eger rola
xwe ya esasî bilîze tesîra wê heye ku demokratîkbûnê pêþ bixe heye. Di vir de
pêwîste helwesta wan Kurdistanî be, helwesta wan demokratîkbûyînî be. Li
Tirkiyeyê kê nûnertiya demokratîkbûnê an jî kurdewarbûnê dikir? Ne AKP nûnertî
dikir. Yê nûnertiya demokratîkbûnê dikir projeya HDP’ê bû. Eger tu dixwazî alîkarî demokratikê bikî divê
te vekirî piþtgirî HDP kiribûya, vekirî nebûya jî en direk te karibû piþtgirî
dabûya. En direk jî nakin bila bêdeng bin. Lê maalesef tam berovajê wê kir.
‘Serkeftina HDP’ê bi AKP’ê re ya PDK’ê jî þoq kir’
Niha di hilbijartinê de encama derket an go serkeftina HDP’ê
çewa ya AKP’ê þoq kir ya PDK’ê jî þoq kir. Lewra siyaseta wan a bi hev re ya li
ser Tirkiyeyê, Baþûr û Rojavayê Kurdistanê têk çû, niha ketine nava qeyranê.
Niha AKP li Tirkiyeyê qeyran jiyan dike, PDK jî li Baþûr qeyran jiyan dike. Li Baþûrê Kurdistanê tê xwestin emrê
serokatiya Heremê ya Baþûrê Kurdistanê ya Mesût Barzanî bê dirêj kirin. Lê ji
ber ew siyaseta ku PDK bi AKP’ê re dimeþand têk çû, partiyên wek e YNK, Goran û
yên Îslamî êdî serokatiya Barzanî qebûl nakin.
Têkiliyên wan a Iraqê qrîzeke mezin jiyan dike, lewra hemû piþtên xwe bi
AKP’ê ve gire didan. Projeyên ku bi AKP’ê ve çêkirine heya 50 sal neftê Baþûrê
Kurdistanê bi erzanî bidin AKP’ê. Niha bi binketina AKP’ê re ew projeya wan têk
çû, an go serobin bû. Dîsa ji bo siyaseta wan a li ser Rojava ku ji bo
mudaxeleya wir bikin têk çû.
‘PDK li Baþûrê Kurdistanê bi astegkirina çalakiyan helwesta
xwe ya tecrîdê diyar kir’
Piþtî serkeftina gelê kurd û Têkoþîna Azadiyê meþandin bi
taybetî serkeftina Kobanê û Girê Spî re ew pêþiya siyaseta hevbeþ a AKP û PDK’ê
ya li ser Rojava jî bi têkçûnê ve diçe. Lewra hem di pêþketinên li Rojava,
Tirkiye, Bakûrê Kurdistan û Baþûr, tecrîda li ser Rêber Apo re PDK bi AKP’ê re
siyasetek paralel dimeþîn e. Li Tirkiyeyê çewa AKP tecrîd li ser Rêber Apo
kûrtir kir, li hemberê tecrîdê kesên aþtîxwaz û demokratîkxwaz çalakiyan dikin
û astengiyê pêk tînin, PDK jî li bajarên Baþûrê Kurdistanê bi heman þêwazî
çalakiyan asteng dike. Bi vê ve girêdayî
çend roj berê avêtin ser buroya KNK’ê, buro hat talankirin. Ev tiþtên ne
tesaduf çêdibin. Têkiliyên xwe yên bi KCK’ê re xira dikin, bi gelek daxûyaniyên
cuda cûda dixwazin PKK’ê li Baþûr wek e mêvan nîþan bidin. Niha hemû cîhan
dixwaze bi KCK’ê re têkiliyê dayine, lê ew berovajî dikin. Ev hemû nîþan didin ku
PDK siyasetek çewt dimeþîn e, em hêvî dikin ku ne bizanebûn be. Ez hêvî dikim
ku li þaþitiyê vegere, eger ji þaþîtî venegere, çewa AKP roj bi roj ber bi
xilasbûnê ve diçe dê PDK jî bikeve heman rewþî. Eger dixwaze siyasetek baþ
bimeþîne divê li gor çareseriya pirsgirêka kurd tevbigere, divê siyasetek rast
a berjewendiyê civakê bimeþîn e.
‘PKK ne ji bo pereyên wan bixwûn li Baþûr in ji bo
fedakariyê bikin’
Hûn daxûyaniya Serokê Parastinê Mesrûr Barzanî ya “Divê PKK
ne tenê ji Þengalê divê ji Qendîlê jî derkeve’ çewa dinirxîn in?
Bê guman daxûyaniya Mesrûr Barzanî daye û piþtî wê jî
Nêçîrvan Barzanî jî bi daxûyaniyekî teyît kir, bi siyaseta ku bi AKP’ê re
paralel dimeþîne ve girêdayi ye. AKP li ser çi kar dike dixwaze KCK nebe
partiyek siyasî ya bi hêz. Çikir mudaxeleyê hevdîtina Serok kir. Bi pêþketinên
li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ew tabloya nêrîna welatên cîhanê ya derheqê
PKK’ê ya ku digotin teror e de guherand. Niha AKP dixwaze pêþî li meþruyet û
legalbûna PKK’ê bigire, PDK jî xizmetê vê siyasetî dike. Aliyê din jî jixwe
ditirsê, lewra miletê li Baþûr piraniya wan dixwazin PKK li Baþûr kar bikin,
zêdetir dixwazin êdî PKK li Baþûr aktif bibe. PDK ji vê ditirse ku eger PKK li
Baþûr kar bike dê bandoriya min nemîn e. Ev nêrîn li gor me þaþ e, PDK jî dikare
here li Bakûr kar bike. Bila veþartî kar neke vekiri kar bike, bila rehet
be. Bila biçe Rojava, li Rojhilat jî kar
bike, em ne li hemberê vê yekê ne. Berovajî, bila karê netewî bike, kare
demokratik a ji bo gelê kurd bike. Bila berxwedana netewî pêþ bixe. Niha em li
Baþûr in ne ji bo pereyê wan bixwûn, me pereye kesî nexwariye, em ji bo
fedakariyê bikin li wir in. Ev bi salane me çiyayên Qendîlê yên Baþûrê
Kurdistanê parastiye. Ew bixwe dibêjin eger hûn ne li wir bûna tije terorîst
bibûna, wê tije kesên ku qetliaman dikin derketibûna. Me li Kerkûk, Þengal,
Mexmûr, Celawlê gelek qûrbanî da. Lazime eger ew rast nêzîk bibin divê wateyek
bidin, hûrmet nîþan bidin.
‘Eger PDK siyaseta xwe negûherîne dê ew bixwe zirar bibîn e’
Heya niha jî em dibêjin bila fermandariyeke hevbeþ hebe, ji
bo gel çi pêwîst be em wê bikin. Hevalên me ne ji bo li dijî gel xebat bikin
çûne wir. Em dixwazin bibêjin ku ev daxûyanî daxûyaniyeke çewt bû. Jixwe gelek
kesan bertek nîþan da, saziyan, partiyan daxûyanî dan ku ev daxûyaniya wan çewt
e. Bila ew bixwe biçin nava gel bipirsin, ya hevalan dixwazin an naxwazin. Ez
bixwe çûm alên Kerkûkê, heremên Þengal û Maxmûrê ve peþmergeyên wir ji me re
gotin, ‘eger heval ji vir biçin em dê tengav bibin.’ Pêwîste bi mantixê hîzbî
hereket nekin. An na tê ew bixwe zirar
bibîn in.
Polîtîkakaya PDK’ê û pê ve girêdayî ya ENKS’ê ya li ser
Rojava li gor we xizmeta þoreþê dike?
Siyaseta PDK û ENKS yek siyaset e. Ne du siyasetin wek þaxdk
PDK’ê ye. Bi vê rengî, hem rasterast hem jî siyaseta xwe wisa dimeþîn e. ENKS
jî gelek þaþ e, heke bi serbixwe hareket kiribûya, li gor siyaseta ji bo kurd
hareket kiribûya, yanî li gor rastiya Rojava hareket kiribûya wê niha ne di vê
rewþî de bûya. Ne ketibûya bin qontrola PDK’ê, partiyên destpêkê 14-15 partî
bûn, niha 4-5 partî man e. Her çendê careke çend kom ji ENKS’ê vediqetin,
beþdarê meclîsa giþtî dibin. Ev çi nîþan dide siyaseta ENKS siyaseteke þaþ e,
ji bo xwe þaþ e. Ne li gor PYD, TEV-DEM an jî YPG/YPJ þaþ e. Eger siyaseta te rast be çima nexwe hêza te
lawaz dibe? Divê zêdetir bi hêztir nebûya? Ev jî dide niþandan ku her çiqas
diçe marjinal dibe. Ev pratika wan, nêzîkatiya wan kir ku êdî kes li dora wan
nema. Ev jî bi siyaseteke þaþ ve girêdayiye. Ji ber PYD siyasetek rast
meþandin, li gor civakê siyasetê meþand, ji bo jinan, ji bo ciwanan derfetan
ava kir niha ev siyaset pêþde diçe.
Pêwîste Rojava nebe wek e Baþûr!
Ev çi dide niþandan
ku siyaseta ENKS ê ne li gor civakê hatiye meþandin. Digotin em herin cem
OSO’yê bi hev re þer bikin, lê PYD got na ev þaþ e, eger PYD, YPG û YPJ ava
nekiribûya tê rewþa Rojava çewa bibûya? Piþtî parastinê hatine dibêjin em ê
hêzeke biþînin. Baþ e ev hêz heta niha li ku bû. Êdî divê dev ji vê siyaseta bi
pere berdin, êdî bi vê siyasetî rast pêþ nakeve. Niha komek anîne bi pereyê wan
perwerde dikin, dibên me hêz çêkiriye. Ev hêz biçe Rojava nikare çend rojek jî
li wir þer bike. Þer bi bawerî, îrade dibe, bi pere nabe. Artêþ çêkir bi
pereyan lê nema, hemû çûn. Ya duyemîn divê dev ji vê aqilê berdin, divê li
Rojava nebe wek e Baþûrê Kurdistan. Li Baþûr niha du hikûmet heye, du artêþ
heye, du siyaset heye, ev yek li Rojava nabe, wisa nameþe. Eger ENKS bi vê awayî
siyaset bike, dê têk biçe. Niha hemû hêz parastina li Rojava heye qebûl dike,
hûn çima qebûl nakin. Ev hêz 4 salane her tim qûrbanî dide. Ya din jî xêre tu
dixwazî du asker çêkî, li tu welatî
cîhanê du al askerî tûne ye, tenê li Baþûrê Kurdistanê heye. Ev jî netîceya wê
diyar e, di çi halî de ye. Tu çima dixwazî vê sîstemî bibî li Rojavayê
Kurdistanê. Israrkirina ENKS û PDK ya di vir de nayê fêmkirin, çewa di salên
2011, 2012, 2013’an de ev projeya wan bê wate ma, di israrkirinê de wê bi
temamî têk biçe. Bila herin xebatên xwe yên siyasî bikin, eger siyaseteke li
gor civakê bikin dikarin bibin rêveberê wir jî. Di vê hêlî de kesî ji wan re
pirsgirêk, astengî dernexistiye. Ne PYD, ne TEV-DEM ne gotine newin tevlî
rêveberiyê nebin, xebatên xwe li gor civaka Rojava bikin, bikevin wir. Di vê
hêlî de PDK jî hem li Rojava hem jî li Baþûrê Kurdistanê divê aqilê xwe baþ
biþûxilîn e.
Rûdaw TV di demên dawî de PDK di navbera Heftanîn-Metîna de
ji bo deriyê sînor a Tirkiyeyê veke, gelek nûçeyên dijberê PKK’ê çêdike, hûn vê
derî û helwesta Rûdawê çewa dinirxîn in?
Yanî ew ê dibêjin em PKK’ê naxwazin li vir, qadro, endamên
PDK’ê ne, ne gel in. Îro kesên di nava civakê de nêzî PDK’ê bin jî nabêjin em
PKK’ê naxwazin. Yên qadro, endam, milîtanên PDK’ê ne vê yekê dixwazin û
dixwazin yên wir jî rarêxistin bikin. Ev þaþ e.
Çima ev 20 sal e nabêjin em PKK’ê naxwazin? Çima niha dibêjin? Bi vê
yekê dixwazin hêstên gel li gor xwe biþûxilîn in. Rast e êdî hinek dixwazin
vegerin gundên xwe, bila vegerin gundên xwe em bi vê kêfxweþin. Lê ew dibêjin
dema hûn vegerin gund ji bo em ji we re rê çêkin, dibistan çêkin, nexweþxane
çêkin divê hûn bibêjin bila PKK ji vir derkevin. Ê hinek gundî jî xizanin, dixwazin dema
vegerin gundê xwe riya wan bê çêkirin, wan didin axaftin.
‘Siyaseta dikin durê berjewendiya civakê ye’
Yanî li ser bazirganiyê jî tahrik dikin. Niha li ser Deriyê
Îbrahîm Xelîl bazirganî tê kirin. Gelên wê heremî hinek jê sûd werdigirin. Di
ser vê yekê ya gel dixwazin bi ser me de bînin, an go dixwazin bibêjin ‘vaye em
dixwazin derî vekin, hûnê bazirganiyê bikin lê ew nahêlin. Divê hûn daxwaz
bikin da ku em karibin ji we re vekin.’ Siyasetek þaþ dimeþîn in. Siyasetek
durê berjewendiya civakê ye û dûrê exleqê ye jî.
‘Pêwîste PDK xwe hewceyê siyaseta AKP’ê nebine’
Dîsa ya duyemîn çima dixwazin siyasetek wisa bimeþînin? AKP
dixwaze heremê bike qada leþkeri, hem jî dixwazin her dere Kurdistanê bikin
cade, bendavan çêbikin, ev jî ne ji bo gel e, projeyên ji bo xwe çêdikin.
Lazime PDK nebe amûrekê vê siyasetî, xwe hewceyê wan nebine. Niha gelê Baþûrê
Kurdistan ji birçiyan nemiriye, derî pir in, Deriyê Îbrahîm Xelîl heye, Deriyê
Hacî Umran heye, Deriyê Goxlan heye, Deriyê Peyrozxan heye, yanî 5-6 derî heye
yên di navbera Turkiye û Îranê de hene.
Pirsgirêka me ya derî tûne ye, bes çima niha vê dikin rojev? AKP dibêje
divê PKK harekete leþkeri bisekinîne, tu çima piþtgiriyê vê siyasetî dikî? Ya
din jî ku eger dixwazî li Baþûrê Kurdistanê xizmeta gel bikî, niha du sê sal
berê hatin Qendîlê riya gundan çêkirin, me tiþtek negot û me di serî de jî
alîkariya wan kir, me wan parast jî. Bila li Heftanîn, li Metîna xizmeta gel
bikin em amadene wan û amûrên wan jî biparêzin. Dibêjin ku ‘ewlehiya tiþtê me
tüneye, em nayên xizmetê nakin’, Yê me nas dikin baþ dizanin ku em çewa wan
diparêzin. Lê na berovajî nêzîk dibin.
Çewa ku min got bi AKP re siyasetek paralel dimeþîn in. Ev jî siyasetek þaþ e.
Careke din dubare dikim, ez hêvî dikim dev ji vê siyasetî berde. Êdî bila vê
zanibin, ew dema ku salên 60, 70, 80, 90 þerê li hemberê hev kirin, þantajan
siyaset meþandin, nikarin ya gel îkna bikin. Êdî nikare hin siyaseten çewt rast
nîþan bidî. Êdî çavên gel vekiriye, baþ dizanin dixwaze çi bike çi neke. Bi van
siyasetan xwe bi xwe xilas dikin.
Çend roj bere li Þengalê bûyerekî de 3 gerîla þehît ketin.
Li gor we ev bûyer ji hêla PDK’ê ve provokasyoneke hatiye plankirin e?
Me ji ragihandinê bihîst, ji hevalan jî agahiyan girt,
maalesef çima çêbûye em lêkolîn dikin. Çewa HPG daxûyanî da em amadene bi PDK’ê
re vê bûyerî lêkolîn bikin. Ji bo em rastiya bûyerê derxin holê. Bi rastî ev bûyer çewa çêbûye, li gor hevalan
agahî da ev bûyer bi zanebûn çêbûye. Heval dixwazin li ser noqteya wan de
derbas bibin û li hemberê DAÎÞ’ê çalakiyê bikin.
Bûyera li Þengalê pêk hatî provokasyon e
Roja ku heval biçin çalakiyê bikin, cihê xwe vala kirine
dane DAIÞ, heval jî nizanin agahiyê jî nedane hevalan û ketine kemîna DAÎÞ’ê.
Niha em dost bin ez agahî bidim te bibêjim di ser de dixwazim herim cihê ku
dijmin li wir e û tu piþtre cihê xwe vala bikî û agahiyê nedî min, dijmin were
cihê te û ez jî werim bikevim kemînê û li min bixin. Tu qet agahî nedî min ev
tê çi maneyî? Ji bo vê yeke heval dibêjin provokasyon e. Heya niha PDK û hêzên
derdorê wê tu daxuyaniyek fermî nedane, divê daxûyanî bidin ev bûyer çiye? Em
êdî wek e Þengalê nikarin li wan derbas bikin. Yanî heya îro ne diyar e kî
Þengal vala kiriye, berpirsiyar kiye? Kî/ê Þengal da DAÎÞ’ê? Divê ev diyar
bibe. Ji bo çi hate vala kirin, çima hat vala kirin, çima dan valakirin û DAÎÞ
kete navê, çima we vala kir û agahî neda hevalan? Ev hemû pirsin divê bersiv bê
dayîn. Eger em dostê hev bin divê em
rast bersivê hev bidin. Eger rast nadin demek tiþtekê din heye. Ev pirs çêdike,
ev guman çêdike, eva nerahatî çêdike. Niha heval þehîd bûne, bi bûyerekî bi vê
rengî þehîd bûne. Hedef çi ye? Yanî ev nezaniye, mirov nikare bibêje nezanî ye,
eger bi zanebûn be çima, sebeb çiye? Em dixwazin van mijarana îzah bibe. Em
naxwazin raste rast bikevin nava tewanbarkirinê, lê divê ev pirs jî bersiv bê
dayîn. Di dîroka kurdistanê de bûyer çêbûne, gelek caran bûyerên xiyanetê
çêbûne, lê hesab li xiyanetê nehatiye pirsîn. Destpêkê em vê qebûl nakin. Divê
em vê bizanibin, eger kêmasî be em hesabê li gor kêmasiyê bixwazin eger xiyanet
be em dê li gor wê hesab bixwazin.
Niha me dest bi lêkolînê kiriye lê em dixwazin bila lêkolîna
me hevbeþ be. Bila braderê me yên PDK’ê
jî tevlî vê lêkolînê bibin. Eger hatin baþ e, eger nehatin jî em kare xwe
dimeþîn in.
Siyaseta dema dawî ya PDK’ê û helwesta wan a derbarê
Kongreya Neteweyî de hûn dikarin hinek vekin?
PDK emrê wî niha bu 69 sal. Weki fiziki û kronoloji ber bi
ixtiyarbûnê ve diçe. Ciwanbûnê derbas kir ber bi ixtiyarbûnê ve diçe. Ev
taybetmendiyek mirova ne her wiha ên tevgera ne jî. Eger xwe nû bike dibe ku
jiyan bike, eger xwe nû neke heye bimire. Niha PDK vê yekê jiyan dike. Li aliyê
din ji roja PDK çêbûye heya niha li ser siyasetên hêzên derve dimeþîn e. Di
demên hêzên derve baþ bû, alîkariya wê kiriye ew xûrt kirine, dema rewþa derve
yên objektîf ne musaîd bûye alîkariya PDK’ê nekiriye, PDK ketiye. Ev 69 salan
di vê mijarî de deh mînak bidim. Ji ber niha rewþa hêzên derve hat guhertin PDK
jî bi tenê ma. Li Rojava PYD û TEV-DEM heye, ji ber vê yekê PDK di hûndir de
hêzên din ji xwe re wek e xeter dibîn e. Niha þaþ bûye. Ji bo vê yeke jî PDK qeyranê
derbas nake. Em naxwazin PDK xilas bibe, ew partiyekî kürdiye. Kêmasiyên wî pir
in lê belê partiyek dîrokî ye hewceye xizmet bike. Pêwîste pêþî ew rast nêzîkê
xwe bibe. Hewceye hinek xwe bigûherîn e
û bizane ku êdî siyaseta cîhanê ne wek berê ye. Mînak ew hin caran rexneyê PYD
dikin û dibêjin PYD bi tena serê xwe hikûm dike. Niha PYD deh partî pê re xebat
dikin. Ê te sê partî ne û tu tevlî nabî. Tû dibêjî divê hemû bi min re bin.
Divê PDK zanibe ku êdî pergalekî ku bi tena serê xwe hikûm bike nemaye. Divê
rast nêzîkahî bike. Eger li gor vê nêzîk bike dikare xwe nû bike û dikare rol
jî bilîz e.
Hewceye hinek xwe
bigaharin û zanibin sityaseta dinyaye ne wek bereyê. Hindek xwe bigaharin û
disa rastiya Kurdistanê zanibin. Mesele ew hinek car rexneye PYD dikin û
dibejin PYD bi tenê serê xwe hukum dike. Niha PYD deh partiye u bi pêranê. Ê te
sê partine u tu tevli nabî. Ew çend partîna dixwazin sistemê heremî Kurdistan
be guhartin ew bi tenê serê xwe naguharê, dibejê lazime hun hemî wekî min
bibin. Lazime PDK edî bizanê sistemî kî bi tenê hukum bike nemayê.
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org
- www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com