Dewleta Sûriyeyê heta niha li ser esasê ne qebûlkirina hebûna kurdan siyaseta xwe didomîne.
Dewleta Sûriyeyê heta niha li ser esasê ne qebûlkirina
hebûna kurdan siyaseta xwe didomîne. Her çiqas li hemberî kurdan gelek caran
siyaseta nerm dabe meþandin jî ev yek girêdayî siyaseta wê ya demî ye. Gelê
kurd di 12’ê adara 2004’an de li hemberî zilma Sûriyeyê serî hilda. Çi bû sedem
ku kurdên rojavayê Kurdistanê serî hi de. Sedemên serhildana Qamiþloyê çi bûn,
çima hêzên Sûriyeyê bi awayekî qetlîamwarî êrîþ kir. Têkiliya Tirkiye û
Sûriyeyê li ser çi bingehan pêþ dikeve. Bersiva van pirsan Endamê Konseya
Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Rustem Cûdî ji ajansa ANF’ê re ragihand.
Beriya rexistina azadiya kurd nêzikatî û siyasetadewleta Sûriyeyê ya ji bo kurdan çawa bû?
Siyaseta fermî ya Sûriyeyê li ser esasê neqebûlkirina hebûna
kurdan hatiye avakirin. Ligel pir hikûmet hatin guhartin jî ev siyaset, bi
xetên xwe yên esasî nehat guhartin. Beriya Tevgera Azadiye jî piþtî wê jî ev
siyaseta di warê rêgez û prensîb de tu guhartin te de çenebûn. Feqet di alî
þewaz û terzê pêkanînê de, dîsa danûstandina kurdan re hinek serdemên di dîroka
Sûriyeyê derbasbûne li dijî kurdan pir bi þewazên hiþk adeta di asta qirkirinê
de hatinê meþandin. Carna jî siyaseta þewazên hîn nermtir danin meþandin.
Pirsgirêka kurd piþtî þerê cîhanê yê yekemîn zêdetir xwe dide xuyakirin. Li ser
bingeha dizayna nû ya Rojhilata Navîn bi taybetî jî parçekirina herêmê, bi
siyaseta îngilîz û fransiyan, parçeyê biçûk a rojavayê Kurdistanê ket bin
hegemonya fransiyan. Siyaseta Fransa û îngilîzan ji kurdan re li ser esasê
înkarkirinê bû. Statuya ku li Rojhilata Navîn hate avakirin, aktorên wê yên
sereke fransî û îngîlîz bûn. Di siyaset û statuya wan de kurd tune bû. Hebûna
kurdan wek netewe bi rengekî siyasî, civakî û aborî xwe bi rêve bibe na,
Kurdistan û kurdan di nava hêremê de kirin çar parçe û mafê kurdan di azadî û
serxwebûn de nedîtin. Her çiqas Fransa di demên hegemonyaya xwe de ji bo hinek
tevgerên kurdan çavên xwe girtibin jî, ew jî ne ji bo çareserkirinê, hîn
zedetir bikaribin kurdan wek kartekê li dijî dewletên hêremêbi kar bînin. Piþtî gihiþtine armanca xwe jî
kurd bê piþtgirî hiþtine, heta bûne hevpar û trajediyên kurd jiya ne.
Sedemên neguhartina siyaseta Sûriyeyê li ser kurdan henê.
Yek; Tevgera kurdan li Sûriyeyê heta gihiþte sala 1975’an bi rewþeke parçebûn,
bê hêzbûn êdî rewþeke wisa da bû ku ji bo rejîma Sûriyeyê ne xeter bû. Ji asta
talûkeyê derketibû. Ji ber ku ketibû bin xizmeta îstixbarata Sûriyeê. Ev jî
dibû sedema dewlet êdî erîþê bi dijwar kar neyne û siyaseta xwe ya nerm li ser
kurdan bide meþandin. Noqteya duyemîn jî; xeta siyasî ya rejîma Sûriyeyê bi
nêzikbûna kurdan re hinek nermbûn dixwest. Sûriyeyê wek dewlet xwe
antî-emperyalîst didît. Bi Israîl re di nava nakokiyan de bû. Li ser vê esasê
hem li Tirkiyeyê û hem jî li Iraqe çavkaniya xeterê li ser vê rêjîmê hebûn.
Nakokiya stratejîk û mezhebî di nava rejîma Iraq û Sûriyeyê de hebûn. Dîsa
sekna Sûriyeyê li beranberî emperyalîzmê nakokiyên cidî di navbera Sûriye û
Tirkiyeyê de hebûn. Ev nakokî ne tenê di warê siyasî de bûn, di warê dîrokî de
bûn jî. Sûriyeyê îdiaya parçeyekî erd li Tirkiyeyê dikir. Ev nakokiyana hiþt ku
Sûriye tekeve nava lêgerîna bikaribe muxalefeta ku di nav Tirkiye û Iraqê de
heyê bi wan re tekeve nava tifaqekê. Beþên herî muxalîf jî di serî de kurd bûn.
Sûriye têkiliya xwe bi YNK û PDK’ê re pêþ xist. Piþtre jî rexistina kurd li
bakurê Kurdistanê bi pêþengtiya Rêber APO qewî. Rexistina PKK’ê di 1980’yan de
bi taybet jî Lubnan û Sûriyeyê xwe tevger kir. Nêzîkbûna Sûriyeyê di warê
siyasî de li hemberî kurdan teqtîkî bû. Tekiliya xwe jî kurdan re pêþxistin jî
li ser bingeha talûkeya Tirkiye û Iraqe li ser rêjîma xwe holê rakirin bû. Ev
jî hiþt ku siyaseta xwe ya hiþk li hemberî kurdan nerm bihele. Tu car ev
nermbûn beramberî kurdan nebû stratejîk, di ware teqtîk de pêþket di nava
Sûriyeyê de.
Piþtî 99’an Sûriyeyê li hemberî kurdan siyaset û
nêzîkatiyek çawa pêþxist. Di sala 2004’an de li hemberî serhildana Qamiþlo
komkujiya ku pêk hat bingeha xwe ji ku derê girt?
Komploya Navneteweyî ne pêvajoyek hesan bû. Komplo, li herêmê
destpêka pevajoyeke nû bû. Hebûna Rêber APO di herêmê de bingeha berxwedanê ava
dikir. Hêzên kurd ên dinê jî her çendî xeta wan cuda jî bibe bingeha berxwedanê
ji bo wan jî vedikir. Dema Komploya Navneteweyî çêbû tabloyeke cuda hate hiþtin
ku rexistina azadiya kurd hate tasfiyekirin. Ji bo vê bingeha berxwedanê li
herêmê ji hole rabû. Hêzên ji aliyê îdeolojiyê ve bi berxwedanê ne bawer, tenê
di aliyê siyasî de wek helwestek siyasî digirin dest, ev hêzana piþtî ve
pêvajoya nikarîbûn li ber xwe bidin. Di nav wan de jî dewleta Sûriyeyê.
Sûriyeyê dewsa xeta berxwedanê xeta teslîmiyetê esas wergirt. Ev teslîmbûn bi
tifaqa Edeneyê dest pê kir. Bi serdema Beþar Esad re ev teslîmiyet gihiþt
asteke hîn mezintir û talûketir. Sûriyeyê wek dewlet hêza xwe ya biryarbûnê bi
temamî winda kir. Beranberî vê ji bo ku bikaribê emrê xwe dirêj bike, xwe bi
her awayî bi hêzên derve re girêda. Têkiliya bi Tirkiyeyê re li ser vê bingehê
ye. Tirkiye ji xwe re wek deriyekî dibîne. Çiqas beranberî derve teslîmbûnê
esas wergire di hundir de jî ew qas zext û êrîþên xwe li ser beþên muxalîf û
demokratik bi taybet jî li ser kurdan zede dike.
Serhildana Qamiþlo ya 2004’an pêþ ket. Dewleta Sûriyeyê bi
rengekî qetlîamwarî bi ser de çû. Sebebê ve jî hebûn. Guhartin di herêmê de
çedibûn. Ev guhartin bi taybetî bi hilwêþîna rejîma Sedam re gihîþt asta xwe ya
herî jorîn. Sîstema herêmê ji van pêþveçûnan tirsiya. Kurd di herêmê de
fersendek bi dest xistin ku bikaribin mafê xwe bi dest bixin. Ji bo kurdan
têkçûna rejîma Sedam fersendek bû ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Hêzên
dijberî kurdan vê rastiyê dîtin. Ji bo vê ketin di nava helwestên cuda. Di nava
raya giþtî ya ereban de kurd teþhîrkirin. Bi raya giþtî dijminatiya kurdan di
nava ereban de belavkirin. Astengiyên ku kurd nikaribin di herêmê de nûbûnekê
ava bikin û sûd jê wergirin dan avakirin. Prova êrîþan edeta pêþxistin.
Propagandaya pir çewt, xirab û þovên di Sûriyeyê de avakirin. Di lîstokek
futbolê de þovenîstên ereb ên ji aliyê îstixbaratê de tên tercîhkirin û
rêvebirin de êrîþ li ser nirxên kurdan kirin. Kurd jî ne kurdên kevnbûn bi
salane têkoþîn didin meþandin hesasiyeta kurdan beranberî nirxe xwe di asta jor
de bû. Kurd ev êrîþa ereban li ser nirxên xwe nikarîbûn qebûl bikin û qebûl jî
nekirin. Beranberî vê êrîþê helwest dan diyarkirin û rabûn serhildanê. Ev
serhildan li gelek herêmên din ên ku kurd lê dijînbelav bû. Sedema vê êrîþe, di herêmê de
pêþketinên ku dihatin çekirin, kurd ji van pêþketinan sûd wernegirin û xwestin
bi êrîþan pêþiya vê sûd wergirtinê bigirin.
Li hemberî kurdan
çanda qirkirinê ya ku tê meþandin bingeha xwe ji ku derê digire?
Çanda qirkirinê bi avakirina dewletên netewe dest pê dike.
Dewletbûna Ereb, Fars û Tirkiye li ser bingeha înkarkirin û qirkirina kurdan
te. Di feraset de armanc asîmîlekirin û serkeftina dewleta netewe ye. Di armanc
helandina gel, netewe û mezheban ji bo yek netewebûnê ye. Kurd çiqas zimanê xwe
kar bînê, li gorî kevneþopiye xwe li ser xaka xwe bi çanda xwe bijî ev ji bo
dewletên netewe wek gef û xeter bû. Ji bo vê jî em lê dinêrin dewletên netewe
Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye li dijî kurdan her demê di nava lêgerînên nû de
ne.Siyasetên tasfiyekirinên nû pêþ
dixînin. Ev siyaseta tenê bi dewletên herêmê re ne giredayî ye. Hêzên derve jî
vê siyaseta qirkirinê pêjirand û çavên xwe jê re girt û digire jî. Carna bi
rengekî veþartî, carna jî bi rengekî aþkerê dide diyarkirin. Qetlîamên Bakur li
ser kurdan, êrîþên li rojavayên Kurdistanê li ser kurdan, siyaseta çewt a
hikûmeta navend baþûrê Kurdistanê, êrîþên leþkerî û darvekirinên li Rojhilatê
Kurdistanê hemû parelel in li ser kurdan. Beranberê vê jî DYA û YE jî li dijî
tevgera azadiya kurd di nava operasyonan de ye. Ev meþandin wek paralêl bi hev
ra têne kirin ev jî ne tesadufî ye. Ev jî te wateya siyaseta qirkirinê.
Li hemberî polîtîkayên ku dewleta Sûriyeyê ku li ser
kurdan dimêþîne pêwîst e kurd çawa xwe bi rêxistin bikin û têbikoþin?
Li Sûriyeyê kurd lawaz in. Dewleta Sûriyeyê êrîþ dibe ser û
birçî dihele bi vê jî kurdan mecbûrî koçkirinê dikin. Her jor girtin û
îþkencekirin û bi nepenî ve kuþtin hene li ser kurdan. Divê Sûriye siyaseta xwe
ya înkar, zext û ledan, îþkence, qirkirin, siyaseta þovên a li dijîkurdan di berçavan re derbas bike û dev jê
berde.Tenê riyek li pêþ kurdan heye, ew
jî berxwedan e. Divê gele kurd li her derê xwe bi rexistin û hêz bike. Em wek
rêxistina azadiyê nabejin ku kurdên rojava dijminantiya Sûriyeyê bikin, lê ji
bo mafên xwe yên azadiyê divê her dem di nava rêxistinkirin û têkoþînê de bin.
Pirsgirika kurd divê bi hostatî bê çareserkirin. Heya þert û merc hebin kurd bi
meyla dijminatiya aþkera ya Sûriyeyê neke. Lê ji bo mafên xwe bi dest bixe divê
li ber xwe bidin. Ji bo vê rêxistinkirin û berxwedan pêwîst e. Teslîmiyet tu
carî ne çare ye. Berovajî vê çiqas tu beranberî vê serî bitewîne, dijmin jî ew
qas ji vê hêzê digirin û siyaseta xwe ya înkarê didin meþandin. Dema gelê kurd
li dijî înkar û îmhayê serî hildide û li ber xwe dide, wê demê hêzên
desthilatdar mecbûr diminin ku siyaseta xwe di berçavan re derbas bikin.
Helwesta serhildana 12’ê Adare jî ev bû. Dema serhildana 12’ê Adare çebû,
rejîma Sûriyeyê cara yekem bû hebûna kurdan qebûl kir. Soz da ku ji bo
çareserkirina pirsgireka kurd eger bi rengekî lawaz be jî bi vegerandina mafên
hemwelatî de ku gavan baveje. Dema îro em lê dinêrîn asta rexistinkirinê di nava
kurdan de aloz in. Pirsgirêkên kurd en hûndirîn bêtirin. Dema hêzên
îstixbaratên Sûriyeyê hêzekê li beranberî xwe nabînin, wê demê em dinêrin
bêsînor pêkanînên xwe yên þovên didomînin. Tenê riyek dikare vê þovenîzmê bide
sekinandin, ev jî bi awayekî xurt rêxistinkirina xwe ye. Yekbûnekê di nava xwe
de pêþ bixin û xwe bigihînin asta xwe rêvebirine. Civaka kurd li Sûriyeyê û
deverên din bikaribe keda ku Rêber APO daye bikin formula tanzîmkirine. Ev ji
bo rojavayê kurdistanê regezeke bingehîn e. Êrîþên þovên ew e berdewam bikin,
lê beranberî vê jî berxwedan dê berdewam bikin. Rêxistina azadiye jî gavên
mezin diavêje û ev gav jî gelek girîng in. Çalakiyên nûjên divê werin
xuliqandin. Çalakiya birçibûne a ku li Sûriyeyê demen borî hat pêþxistin ev
çalakiyeke nû bû.Gerek mirov ji vê
çalakiyê jî encaman derxînê û dibe ku çalakiyên nû çawa werîn pêþxistin li ser
van werê sekinandin.Dema mirov bixwaze
þewazên têkoþîn û çalakiyek nû pêþbixinê heye, ya gîrîng mirov vê
pêþbixinê.Dema þewazên çalakî bên
berfirekirin û têkoþînek bê hempa bê dayîn ew e gelê me bi berxwedana xwe li
ser jî bikeve.
Sûriye xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye
Di roja me ya îro de têkiliyên tirkan û Sûriyeyê li ser
çi esasan pêþ dikeve û di kîjan merheleyê de ye?
Tirkiyê bi hikûmeta AKP’e mîsyoneke nû girtiye ser milê xwe.
Serokê DYA’yê Barack Obama dibejê: “Tirkiye ne tenê þirîke me yê stratejiyê ye,
di heman demê de jî hevkarê me yê modele jî.” Ev te vê wateye; dizayna ku DYA
dixwaze di Rojhilata Navîn de pêþbixîne di bingeh de îqtîdara AKP wek model
nîþan dide. Li gorî berjêwêndiyên emperyalîzmê di hêremê de rol dilîze.
Alternatîfên Sûriyeyê beranberî Tirkiyeyê tune ne. Ji ber ku wek dewlet hatiye
tecrîdkirin. Di nav civaka xwe dene di
nava aþtiyê de ne. Bi derdorên xwe re jî ne di nava aþtiyê de ye. Bi dewletên
herêmê re nakokiyan dijî. Ji ber ve neçar dimînê ku xwe bavejê hembêza
Tirkiyeyê. Di têkiliyê wan de denge tune. Herdu dewlet di warê siyasete de ne
wekhev in. Tirkiye di warê siyasî de têkiliyek xurt bi DYA’yê re heye,
têkiliyên wê bi YE’yê re heye, bi Israîlê re di nav danûstandinê de ye. Di warê
navneteweyî, leþkerî û aborî de asta wê cuda ye. Lê beranberî vê dewleta
Sûriyeyê lawaz e. Ji ber vê Sûriye teslîmî Tirkiyeyê dibe.Tirkiye ev teslîmbûna Sûriyeyê di çarçoveya
tifaqa xwe ya anti kurd de li herêmê bi kar tîne. Sûriye bûye bazara
berjêwêndiyên Tirkiyeyê. – Azadiya Welat