Emerîka nikare ji Rojhilata Navîn vekişe
Dizi Yazı / 18 Ağustos 2017 Cuma Saat 15:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Têkçûna "DAIŞ" û dawiya wê weke "Dewlet" du pirsên gelekî ciddî derdixe holê û li hemberî Emerîka rû bi rû dimînin. Pirsa yekemîn: Gelo valahiya deverên ku komên cîhadîst jê tên derxistin kî dê dagire? Li vir kedeke zelal ji aliyê koalîsyona Îran, Hizbullah, milîsên Şîayî û Rûsyayê ve tê meşandin da ku vê pirsê bibersivînin: "Em ê valahiyê dagirin"

Ev bersiv jî divê Emerîka qebûl neke. Encama pêşveçûneke weke vê dê koalîsyoneke li dijî Emerîka ava bike û gefan li Urdun û Îsraîlê bixwe û rê li pêşiya Îranê were vekirin ku hegomonya xwe li gelek deverên herêmê ferz bike. Nerazîbûna devkî li hemberî vê yekê jî dê weke pêkenokekê be; li şûna wê, divê li ser erdê jî neyê qebûlkirin, nemaze bi riya bikaranîna hêza koalîsyonekê ku Emerîka neçare ava bike û rêveberiya wê bike.

Şerê Sûriyê hemû derfetên peydakirina şêwazekî hêsan a vegerandina welat dîsa di hevgirtineke nû de hilweşand. Lê mirov dikare di asta navîn de gumana danûstandinekê bi Rûsyayê re di derbarê çawa hevsengiya berjewendiyên me û wan pêk bîne de bike û li aliyê din asta tundiyê lewaz bikeve da ku gelek koçber karibin vegerin warên xwe. Lê ev danûstandin tiştekî pêk naîne, tenê ger di destpêkê de Rûsya rêzdariya hêza Emerîka bike û ger Rûsya nas bikin ku lihevkirin pêwîste.

Heta li gorî senaryoyên herî baş li gel têkçûna "DAIŞ" û windakirina serweriya li ser "Dewletê" dibe ku hebûna xwe weke komeke terorîst berdewam bike. Îcar El-Qaîdê û komên cîhadîst ên din winda nabin. Her wiha pirsa duyemîn jî ev e: Em ê çawa xebatên xwe li dijî cîhadîstên Sunnî berdewam bikin ku komplogeriya xwe li ser Emerîka berdewam dikin? Divê zelal be ku serweriya Şîayî li herêmê dê bibe sedema xurtbûna van koman û xizmeta leşkerkirina di welat de û li herêmên Sunnî bike. Dibe ku razîbûna Emerîka yan qebûlkirina wê hegomoniyê Emerîka veguherîne armanca mezin a van koman.

Ji ber van hemûyan encameke nayê hezkirin derdikeve û bê guman Koçka Spî û gelek Emerîkiyên din jî napejirîne. Têkçûna "DAIŞ" destdirêjiya me di aloziyên Rojhilata Navîn de bi dawî nake. Dibe ku di rastiyê de vê destdirêjiyê zêde bike. Dubarekirina şerên Îraqê nabe ku artêşeke mezin a Emerîka li ser erdê were bicihkirin û berdewameke dirêj weke ya dema niha pêk nayê: dibe ku 5000 leşker li Îraqê, 1000 leşker li Sûriyeyê û 1000 heta 2000 li Urdunê bêne bi cihkirin. Ji vê yekê bêtir hêza deryayî ya şeşemîn û baregehên ku em bi riya wan karibin serweriya xwe li ser herêmê ferz bikin.

Ji ber ku Îran hewldanên xwe ya ferzkirina hegomoniyê li ser giştî herêmê didomîne, komên cîhadîst ên Sunnî jî Emerîka armanc dikin, têkçûna "DAIŞ" dê para Emerîka di siyasetên hêzan de li Rojhilata Navîn biguherîne – lê kêm nake.

Elliott Abrams/ Rojnameya El-Xed / komeke pisporan (Foreign Affairs)

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Emerika  nikare  ji  Rojhilata  Navin  vekise  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.