Di Kurdî de gotineke pêþîniyan heye ku dibêje “Xwediyê mirî kor e”. Ev gotin niha ji bo Barzanî bi tevahî derbasdar e
Di esas de tê wateya
ku mirov bixwe di nav tiþtekê de be, herkes pê haydar be, lê agahiya mirov
bixwe jê tune be, ji rastiyê xafil be. Jixwe Barzanî jî di pozîsyona xwediyê
mirî de ye, ruxmî vê jî pê nizane, an jî bi tevahî xwe dixîne rewþeke nezan de.
Di van rojan behseke germ li ser referandûma Baþûrê
Kurdistanê tê kirin, ango mixabin ku çarenûsa gelê Kurd ku jixwe têra xwe pê
hatiye lîstin, niha ji hêla Barzanî û PDK’ê ve bi þeklekî herî xirab dîsa tê
bikar anîn û birastî ev cihê xemgînî û þermezarkirinê ye. divê gelê Kurd vê
bipirse ku “kê/kî ev destûr jê re daye li ser qedera wan wiha bileyîze? bike
amrazek ji bo berjewendiyên xwe û di dawiyê de jî yên ku dijî vê rewþê
derdikevin tewanbar dike.”
Bêguman mafê serxwebûnê wek ji bo her gelekê, yek ji mafê
herî rewa û pir derengxistî ya gelê Kurd e. Kurdistan di navbera çar dewletan
de hatiye dagirkirin û vê yekê zerbeyên giran li gelê Kurd xistiye. Tiþta ku
nayê pejirandin û divê tevahiya gelê me li dijî wê bisekine jî nêzîkatiyên ku
vî mafî bikar tînin û wiha jî bêwate dikin e. Barzanî û PDK tucar siyaseteke
Kurdistanî û li gor daxwaz û berjewendiyên gelê Kurd pêþ nexistine. Barzanî reçeteya
Kurd bi taybet jî li dijî tevger û têkoþerên Kurdistanê þuxilandiye û ji
dewletên desthilat di vî alî de tewîzên pir zêde girtiye. Ger dîroka siyasî ya
vê partiyê were mêzandin bi dijbertiya rêxistinên Kurd re dagirtiye. Bi Rûsya,
Emerîka, Îran, Rejîma Bees ya Sedam û Tirkiyê re pêwendiyên wî ji bo
linavbirina rêxistinên Kurd bûye. Lewre darbeyên mezin li netewa Kurd xistiye.
Þerên 92, 95, 97 yên ku bi leþkerên Tirkiyê re êrîþ anîn ser gerîlayên PKK’ê,
herwiha rola nayînî ya di pêkhatina komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo de
leyîst, yek ji sersebebê esasyî yê astengkirina Kongreya Netewî ya Kurdan jî
dîsa esereke Barzanî û PDK’ê ye. Di salên dawî de êrîþa ku ji Musulê destpêkir
û xwe gihande Mexmûr û Þengalê jî berhemeke hevkariya Barzanî bi çeteyên DAIÞ’ê
re bû. Dîsa êrîþa ku çeteyên PDK’ê bi ser Xanesora Þengalê de anîn û bû sedema
þehadeta þervanên HPG, YBÞ û nûçegihan Nûjiyan Erhan jî bi telîmata
Barzanî-Erdoxan pêk hat.
Birastî dîroka Barzanî û PDK’ê bi xiyanet û neyariyên wiha
pir e û divê ji hêla gelê Kurd ve tucar jî neyê jibîr kirin. Herî zêde jî jinên
Kurd ku êþa parçebûn û dagirkeriya li ser Kurdistanê bêtir bûye para wan, qet û
qet vê yekê jibîr nekin. Ji ber hebûna vê partiyê û vê zihniyeta ku xwe bi
tevahî radestê siyasetên dewletên dagirker û dijminên Kurdan dike, ji bilî
xirabî û zirarê tiþtekê ji bo Kurdan nayîne.
Niha ku referandûm pêk tê, ev mafê hemû gelê Kurd, herî kêm
gelê me yê Baþûrê Kurdistanê ye bi hemû beþên xwe yên civakî ve ku derbarê vê
biryara çarenûsaz de, nêrîn û biryara xwe diyar bikirana. Di rewþa heyî de
Barzanî wek karîkatûrê Erdoxan, bi heman rê û rêbazî, her tiþta ku dixwaze li
ser gelê Baþûr ferz dike. Di esil de ev ne biryareke gelemperî ya gel e, ev
ferzkirina vîna partiyeke serdest li ser gel e. Tenê ji gel re jî hilbijarteka
‘erê’ an jî ‘Na’ hatiye hiþtin. Gel ger ku bêje erê jî nabe, bêje na jî nabe.
Herdu jî bikêr nayên, îhtîmala xeteriyan bixwere tînin.
Barzanî dibêje ku armanca me netew-dewlet nîne. Dê dewletek
ku ji hemû pêkhateyan pêk bê, ava bibe, demokratîk bibe(!). Di holê de bi sedan
nakokî û dijbertî derdikevin. Mirov qet nikare pîne jî bike, ji ber rewþa
Barzanî û zihniyeta wî di cewher de bi vê rastiyê nakok e.
Demokrastî têgeheke ewçend berfireh e ku pênasekirina wê
mijara vê nivîsê nîne, lê em tenê têghiþtina Demokrasiyê ya bi gelemperî esas
bigirin, dîsa jî Barzanî bi pratîka xwe ya ku ji sala 2003’ê heya niha li
Baþûrê Kurdistanê daye meþandin, di sinifê de dimîne. Tu elaqeya PDK û
demokrasiyê bi hev re nîne. Zagona herêma baþûrê Kurdistanê li ser þerîetê ava
bûye. Wiha jî nikare were îdeakirin ku mafên civak, takekes, pir-rengî û bi
taybet jî jinê tê de heye. Jixwe bêtirî du sal e bi ser erka Barzanî re derbas
dibe, lê belê kursiya desthilatiyê bernade. Parlemento bi þêweyeke ne rewa
hatiye betalkirin. Parlementer bi astengiyan re rûbirû dibin. Sazî û dezgehên
jin û ciwanan li cihê ku PDK serdest e, hatine girtin. Rojane jin an têne
kuþtin, an jî xwe dikujin û li berameberê vê tu helwestek nayê nîþandayîn.
Înfazkirina rojnamevan û kesayetên muxalîf ku rexne li siyasetên PDK’ê digirin,
rûyê herî reþ ê vê partiyê ye. jixwe Barzanî di aliyê polîtîkaya ji bo parçeyên
din ên Kurdistanê jî ji bilî neyînîbûnê karîgeriyeke din nekiriye. PDK ji
destpêkê ve bi þêweyeke eþkere dijîtiya Þoreþa Rojavayê Kurdistanê kiriye û
dike. Ji bo têkbirina destkeftiyên gelê Rojava, herwiha li beramberî têkoþîna
Kurdan ya li Bakûrê Kurdistanê, bêyî ku veþêre hevkariya Tirkiyê dike. Bi
tepisandin û marjînalkirina rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê re jî pêwendî bi
Îran ango rejîma sêdareyê dide çêkirin. Radestkirina bi sedan jinên Êzidî ji
çeteyên DAIÞ’ê jî êdî dilopa herî dawî ya lîwanê ye ku bi ser de dirije.
Lê tiþta ku sosrete Barzanî diyar dike ku ew netew-dewlet
pêþ naxin. Di vir de jixwe mirov wiha dikare bêje ku Barzanî heta nekariye
bigihîje asta Netew-dewletê jî. Ji ber di zihniyeta ku netew-dewletê ava dike
de herî kêm nasnameya yek netewî zêde derdikeve pêþ, aborî, siyaset û
berjewendiyên netewî esas tê wergirtin. Lê PDK ji vê jî mehrûm e. Ango
aboriyeke berbend (vabeste), siyaseteke berbend dimeþîne û bi navê netew tiþtek
di holê de nîne. Barzanî nikare û nekariye xwe bigihîne sînorê zihniyeta
netew-dewletê jî. Jixwe di xeyala Barzanî de eþîre-dewlet heye, heke ji vê
kêmekê pêþdetir biçe jî partî-dewlet heye. Dewleta Kurdî (!) ji bo partiya PDK
tê çêkirin.
Niha li baþûrê Kurdistanê civak hatiye birçî hiþtin. Siyaset
û birêvebirin bi xwe re dane girêdan. Rojane bi dehan ciwanên baþûrê Kurdistanê
ji bêhîvîtiyê xwe li peravê deryayan didin ji bo ku herin Ewrûpa û li wir
jiyaneke din biafirin. Mamoste, karmend, peþmerge di nav xîzanî de dijîn û
nikarin heta heqdestên xwe jî wergirin. Çandinî bi tevahî ji holê rabûye û ger
rojekê deriyên sînorê Xabûr an jî yên Rohilat ji hêla Îranê ve werin girtin
baþûrê Kurdistanê dê birçî bimîne. Herwiha di van 15 sal desthilatiya PDK’ê de
yek karxane, kargeh û fabrîqe nehatiye çêkirin. Bajarên baþûrê Kurdistanê
kirine navendên bînayên bi çîmento ku ekolojiyê ji holê radikin. Petrola baþûrê
Kurdistanê ji Tirkiye û welatên Ewrûpî re diçe, gel di nav xîzanî de digevize.
Jixwe gendelî û diziyên têne kirin bê hed û hesab in. Di haleke wiha de baþûrê
Kurdistanê çawa dikare serbixwe bibe. Bibe dewlet? Bibe dewleteke demokratîk!?
Birastî jî Barzanî xwediyê mirî ye, polîtîkayên partiya wî,
rê û rêbazên wî bi tevahî vala ne û ew bixwe ji vê yekê bê agah e, an jî
naxwaze bawer bike.
Berfîn Tara
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html