Dema ku mirov li dîroka mirovahiyê dinêre tu caran bê sedem gelan li hemberî hev şer nekirine û hev nekuştine
Ji ber ku her
dem sebebek an bekoyek ketiye navbera wan û ew teşfîkî şer, kuştin, dijminatiyê
kirine. Lê dema ku em li berdewamî û dirêjahiya dîroka civaka Kurd dinêrin em
rastî gelek tiştên cuda tên. Bi rastî jî
dîrokekî ku gelê Kurd jê şerm bike û weke xaleke reş bikeve nava rûpelên dîrokê
jiyan nekiriye û di hemû serdeman de kariye hemû kes, gel û baweriyan di nava
xwe de bihewîne û bi wan re jiyan bike.
Ango tu caran nakokiyên wan û gelên din li ser ziman, erd, çand û
baweriyan çênebûne. Her dem di nav yeksanbûnekê de jiyankiriye û nehiştiye
biqasî misqalekê jî gel ji rastiya xwe dûr bijîn.
Belkî di
dîroka mirovahiyê de cara yekem e ku kesayetek
bi vê nêzîkbûnê mohra xwe li rastiya dîrokê daye. Bi cewhera dayîkê re bûye heval û rêheval. Gel û
rasiyeke ku bi 5000 hezar sal e di taritiyê de dijî wî tenê karî bibe find û
mûm li ser vê rastiyê. Daku hemû kes
bikare cewhera xwe ya rastiyê di wir de bibîne û wisa berdewam be li ser jiyana
xwe. Di roja îro de hebûn û ramanên wî ji bo civaka mirovahiyê ji nan û avê
binirixtir e. ango jin û civakeke ku
raman û lêhûrbûnên wî nexwînin û nizanibin divê bizanin kêmaniyên wan hene ku
nikarin rast bijîn. Bi taybet miroveke
ku bêje ez kesayetekî sosyalistim divê ji sedî sed tasek ava ji rastiya ramanên
Rêber Apo vexwe û wisa mirovbûn û sosyalîstbûna xwe berdewam bike. Ji ber ku bi rastî jî zeryayên ramanên Rêber
Apo ji hemû pirsgirêkan re çareseriye.
Em jiyana azad û şerê jiyana azad ji
Rêber Apo fêrbûn. Bi felsefe û
ramanên Rêber Apo di mejî û dilê her Kurdekê de civak û mirovên azad afirand.
Ger pergala dewletên faşîst û nijatperest li
hemberî ramanên Rêber Apo lewaz nebûya ti caran Rêbertî nedixistin nava
tecrîteke ewqas giran. Dewlet û mejiyê pergala desthilatdar jî baş dizanin ku
bandora Rêber Apo li ser civak û jinan çiqas zêdeye. Ji bo wê jî her ku diçe
dewlet hê zêdetir zextê li Rêber Apo dike.
Heta ku Rêber Apo dîl be wê azadî neyê nava civaka Rojhilata Navîn. Ji
ber ku ew sedemekî herî bingehîn a bihevrebûna gel û civakan e. ji bo wê jî
heta dîlgirtina Rêber Apo mijara gotinê be wê her dem di navbera gelan
de şer û pevçûn hebin. Ji bo ku demek berî demekî dawî li vî şerî were divê
hemû gel û ciwan desten xwe bidin yek û li himberî vê pergala dagirker û
nijatkuş serî rakin û Cîhanê bihejînin.
Heta ku ev peragala xwînmij têk neçe wê her dem sebebên ku gel bi gel re di nava hêncetên şer de rawstin û wisa
pêşeroja xwe înşa bikin.
Bilindkirina
têkoşîna jinan a li dijî tecrîtê, bi
dawî anîna tacîz, tecawiz, qirkrina çandî û ramyariye jî. Bermahiya hêzên
kompiloger kuştin, dagirkirin, tacîz û
tecewiz e. Ji bo dawî li van hemûyan
were divê dawî li kompiloyê were û demek berî demekê Rêber Apo bigihê azadiya
xwe. An wê kes nikaribe li pêşiya çalekiyên jin û ciwanan bibin asteng. Ji ber
ku ger ev pêvajo wiha berdewam bike wê kes nikaribe texmîn bike ku wê çi bi
serê hêzên kompiloger û dewleta Tirk. Divê
ji sedî sed em pergala
kompiloger, dagirker, nijatkuj, tecewizkar, qirker û xwînmij têkbibin.
Pêvajoya
komplo wisa ye ku divê hemû kes di vê rojê de têkoşînê bike ku rûyê rast ê
dewlet, hêzên hegomon û hîlebaz derkeve holê.
Komplo rewşek wisa ye ku divê
hemû jin, ciwan, sosyalîst û mirovên ku bi rastî dibêjin em mirovin têbikoşin û
xwedî li rastiya xwe derkevin. Bûye serê sebebê ku nozde sal e mirovek bi tenê li giravekê tê girtin û ji
hemû mafên xwe yên mirovbûnê bê par hatiye hiştin. Em herdem dibêjin, pergalek
din a bi vî rengî di Cîhanê de nîne. Bi
taybet di roja îro de mînakên vê nîne. Di vê jin, mêr, biçûk û mezin hemû destê
xwe bidin hev û li heberî vê tecrîtê têbikoşin.
Ger gel û
şereşgerên gelan dixwazin bi hev re jiyan bikin divê berî her tiştî xwedî li
Rêber Apo derkevin. Ji ber ku bi rastî jî ew pira herî mezin a di navbera gel û
şoreşan de ne. Ji bo wê jî parastin û xwedî li Rêber Apo derdetin di heman demê
de pêşxistina yekbûna gel û pêşxistina
şoreşa gelan e.
Gelê Kurd û
tevgera azadiyê wê bi xebat û têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bike. Ji ber ku bi
rastî jî ew tenê li ser riya rastiyê têdikoşe. Em dikarin vê di mînaka her
kêliya têkoşînê de bibînin. Bi eşq û
heskirina me ya jiyanê em mirovanvedixwînin jiyana azad û wekhev. Ji ber ku ger
jiyanek wekhev nebe, her kêlî înkara jiyana azad û wekhev e. Ev yek jî bi
azadiya Rêber Apo re misoger e.
Bihar
Deniz
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html