QSD operasyona Efrîn, Cerablûs û Ezazê wê bi kîjan hêzan re pêk bîne?
Haberler / 15 Haziran 2018 Cuma Saat 19:40
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hat diyarkirin ku QSD bi dawîkirina Hemleya ‘Bagêra Cizîrê’ ya Dêra Zorê, wê dest bi operasyonek berfireh a herema bakurê Sûriyê bike. Hat destnîşankirin ku hêzên QSD ya di pêşengtiya YPG/YPJ’de piştî gelek hevdîtinan a hêzên navneteweyî û heremî re pêkanî amadekariya operasyonek berfireh a rizgarkirina Efrîn, Cerablûs û Ezazê dike.

Hat diyarkirin ku QSD bi dawîkirina Hemleya ‘Bagêra Cizîrê’ ya Dêra Zorê, wê dest bi operasyonek berfireh a herema bakurê Sûriyê bike. Hat destnîşankirin ku hêzên QSD ya di pêşengtiya YPG/YPJ’de piştî gelek hevdîtinan a hêzên navneteweyî û heremî re pêkanî amadekariya operasyonek berfireh a rizgarkirina Efrîn, Cerablûs û Ezazê dike. Dema operasyonê ku hê nehatiye diyarkirin tê gotin ku wê di demek kurt de pêk were.

Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayên wê ve têkilî û hevsengiya siyasî, leşkerî û dîplomasiyê ya hêzên navneteweyî û heremî di ser Sûriyê de gelek nîqaş derketin holê. Du aliyên dijber ku aliyek serkêşiya wê Amerîka û ya din jî Rûsya dikir, di encamê de bi destê Tirkiyê li ser dagirkirina Efrînê lihevkiribûn, niha jî di navbêra Rûsya-Tirkiye, DYA-Tirkiye û ji ber kiryarên komên çete yên di heremê de nakokiyên mezin derdikevin. Tirkiye, ji bo hilbijartinê ku her tim dagirkirina Minbicê di rojevê de dihêle bila wisa bimîne, di aliyê din de jî hêzên koalisyona navneteweyî û Iraq, di aliyek de jî Îran û Rejîm, ketine nava lêgerînekî dikarin alîkariyek çewa bidin hêzên QSD’ê ya ku di amadekariya operasyonek berfireh a li ser Efrîn, Cerablûs, Ezaz de ne.

DÊ OPERASYON PIŞTÎ DÊRA ZORÊ DEST PÊ BIKE?

Hêzên QSD’ê ku di çerçoveya qonaxa dawî ya Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ de ji bo çeteyên DAIŞ’ê bi temamî Dêra Zorê derbixe dabû destpêkirin, bi piştgiriya heyawî ya hêza Artêşa Iraqê û koalisyona navneteweyî rojane gund bi gund ji DAIŞ’ê rizgar dike.

Li aliyê din jî şervanên YPG/YPJ’ê ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ketiye qonaxa duyemîn, duh jî bi daxuyaniya QSD’ê hatibû aşkere kirin ku hêzên wan di demên dawî de derbeyên mezin li komên çete yên revandin, talan, dizî, îşkence, zilm û zordariya li ser gelê Efrînê dimeşînin, dane. Di çerçoveya vê daxuyaniyê de, nîqaşa ‘gelo QSD amadekariya operasyonek berfireh a li ser Efrîn, Cerablûs û Ezazê dike’ derxist holê.

Çavkaniyekî ku  di nav QSD’ê de ji me re ragihand, îhtîmala operasyonek berfireh piştrast kir û diyar kir ku jixwe hêzên wan di Efrînê de çalakiyên li ser komên çete yên girêdayên dewleta tirk didomînin û anî ziman ku ji bo operasyona xwe berfirehtir bikin hevdîtinên wan ên bi hêzên cur bi cur re berdewam dikin. Çavkaniya QSD’ê destnîşan kir ku hevdîtinên wan ber bi encamê ve diçe û operasyonek berfireh ku îhtîmal heye Bab jî bixwe navê di demek kurt de pêk were.

Çend roj berê Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esad, di hevpeyvînekî xwe ya di qenalekî televizyonekî de ji bo rûniştina bi rêveberiya bakurê Sûriyê re lempeya kesk nîşan dabû û diyar kiribû ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê dikarin bi hêzên kurd û pêkhateyên bakurê Sûriyê re nîqaş bikin. Ji aliyê rêveberiya bakurê Sûriyê jî bersivek erênî dabû.

Li aliyê din jî tê zanîn ku piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewlet tirk û komên çete yên girêdayên wê ve, çeteyên DAIŞ’ê jî vê yekî wek firsend dîtibûn û tevgera xwe ya di herêma Dêra Zor a li ser Şamê û herêma Cizîrê zêde kiribû. Li ser vê esasî li ser pêşniyarên hevpar a koalisyona navneteweyî, Artêşa Iraqê û QSD’ê hemleya ‘Bagera Cizîrê’ ku ji ber êrîşa li ser Efrînê nîvî de mabû, careke din hatibû destpêkirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): QSD  YPG  Efrin  Cerablus  Dewleta  Tirk  Operasyon  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.