TSK a ku di Xakurkê de windayiyên mezin dide nikare birîndarên xwe bigire
Haberler / 15 Haziran 2018 Cuma Saat 19:56
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Leşkerên TSK’ê yên dixwazin bi helîkoptêran xwe bicih bikin di encama operasyonên HPG’ê de windayiyên mezin didin.

Leşkerên TSK’ê yên dixwazin bi helîkoptêran xwe bicih bikin di encama operasyonên HPG’ê de windayiyên mezin didin. Hat diyarkirin ku ji ber zêdebûna çalakiyên HPG’yiyan leşkerên tirk nikarin birîndar û cenazeyên xwe ji heremê werbigirin. 

Hewildana ketin û xwebicihkirina TSK’ê ya herêma Xakurkê de berdewam dike, lê li hemberê wan çalakiyên gerîlayên HPG’ê jî xurt pêk tên. Li gor agahiyên ji heremê tên, leşkerên tirk ku windayiyên mezin didin, nikarin birîndar û cenazeyên xwe bigirin.

Dewleta tirk a dagirker piştî bidestxistina Efrînê xwe rihet û bi ewle dibîne, ji ber vê jî anha bi hemû hêza xwe êrîşî herêmên biradostê dike û hewildide van herêman jî bidestbixe. Lê rastî derbeyên pir giran ji aliyê HPG’eyîyan tê. HPG’eyî çalakiyên pir xort di Evdilkofî, Şehîd Karker, Kulît, Çekîf û hwd pêk tînin, di encama van çalakiyan de dewleta Tirk nikare birîndar û kuştiyên xwe rabikin. Tevî ku ewqas windahî dide û nikare wan windahiyên xwe telafî bike hewildide êrîşî Qandîlê jî bike. Tevî ku dewleta dagirker bi hemû teknîka xwe êrîş dike HPG’eyî bersivên pir xort didin û teknîka wan vala derdixe. Yek ji mînakên wê ya herî nêz çalakiya HPG’eyiyan li Colemêrgê û Bradostê ya ku di encama wê de 20 leşker hatine kuştin e.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): TSK  HPG  Dewleta  Tirk  Qandil  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.