Destê Sextekariya AKP’ê Digihêje Heta Dervê Tirkiyê
Haberler / 22 Haziran 2018 Cuma Saat 08:57
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dengdayîna hilbijartinên Tirkiyê ya 24 Hezîranê dawî bû, sextekariya îtîfaqa AKP-MHP’ê li derveyê welat dest pê kir.

ELMANYA - Dengdayîna hilbijartinên Tirkiyê ya 24 Hezîranê dawî bû, sextekariya îtîfaqa AKP-MHP’ê li derveyê welat dest pê kir. Derket holê ku endamên saziya DITIB’ê ku li ser navê Diyanetê li Elmanya sindoqên hilbijartinê dizî ne û di şûna wan de bi muhrên sixte li ser pusulayê AKP û namzetê wê Erdogan dane.

Wekî tê zanîn, hilbijartinên heyî li Tirkiyê xwe tenê li welat bi sînordar nake. Hemwelatiyên tirk ku dervê Tirkiyê jiyan dikin derfetê dengdayînê bikar tînin. Li gorî hin şîroveyan, ger dîktator Erdogan bi serkeve, dê tenê bi dengên dervê welat biserkeve, ji ber ku hemwelatiyên bi vî rewşa Tirkiyê li ber çavan nabînin, sextekariya AKP-MHP yekeyek ferq nakin. Mirov dikare bibîne ku xebatên Tirkiyê yê hilbijartinê milên xwe yên dirêj nîşan dide – bi riya saziyên dewleta tirk wekî SETA ku wek şîrketek lêkolînê ye an jî Yekîtiya Îslam a Tirk ê Karê Diyanetê (DITIB) AKP-MHP xwe bi awayekî fêlbaz kamûflaj dike û sextekariya xwe dimeşîne. Ger mirov hilbijartinên dawî yên 2015 bîne bîra xwe; hîle û manîpûlasyon, “windakirina sindoqan dema şandina Tirkiyê`” û bi awayên cur bi cur dixwestin hilbijartinên wê demê manîpule bikin. Heman pratîk di vê hilbijartinê de diyar dibe.

 

DITIB Milê Dirêj a Sextekarî Ya Erdogan e

Saziya DITIB ku xwe di bin navê Yekbûyina tirk ya Islamê diveşêre, di rastiya de wekî saziya istixbaratê yê derveyî Tirkiyê kar dike. Li vir avakirina mizgeft, yekbûyînên jin û cihê zarokan ku xwe asayî nîşan dide, dibin maskeya fermî ji bo kar û xebatên istixbaratê ku wekî lekolîn tên veşartin. Piranî bi van saziyan Erodgan xwe digihijîne girseya Ewrûpa û di heman demê de qadroyên xwe ava dike. Tevî van, agahî derbarê saziyên kurd, şexsiyetên kurd, malbatên kurdan û hwd. tên kom kirin û ev bi awayekî rewa û fermî tê kirin. Ne nû ye ku dewleta Elmanya destek dide vê saziyê, ji xwe hevaltiya dewleta elman û tirk berdewamiya dîrokekî kûr a hişmendiya faşîst raber dike.

 

Di Hilbijartinên Heyî Lîstokên DITIB

Li gorî çavkaniyek elmanî, rêjeya tevlîbûna hilbijartinên heyî li Ewrûpa herî zêde li bajarên Essen bi sedî 67,4 û li Kolnê ji sedî 56,3 bûn. Bajarên ku herî zêde hijmara tirk û kurdan heye li Elmanyayê ye û di heman demê de, navendên DITIB`ê xwe li wir bi cih kirine. Hejmara tevlîbûna hilbijartinên Tirkiyê yên li wir ne ew e ku mirov di matmayîbûnê de dihele, li gorî hin çavkaniyên veşartî sextekariya ku ji hin şexsiyetên girêdayê DITIB`ê tê meşandin, kar û xebatên vê saziyê deşîfre dike.

 

‘Min dît çawa sindoq bi sindoq ji cihê hilbijartinê eşkere hatine dizîn’

Li gorî çavkaniyekî bi navê A.Aslan, dema hilbijartinên li Essen 2018, ji deriyê piştê erebeyekî balkêş sekinî û zilamekî bi navê Burak Kiyirli ku wekî endamekî yekbûyîna xebatên ciwanan a DITIB`a Essen`ê tê nasîn, tevgerandinên bi gûman nîşan da. Aslan ev tişt gotin: “Destpêkê ji erebeyê peya nebû. 15 deqîqe zêdetir sekinî, telefonekî jê re hat û hê nû çû  hindurê cihê hilbijartinê. Piştre bi awayekî bi lez  sindoqan xist pişta erebeya xwe û çû.”  A.Aslan got ku ev ne cara yekemîn e, rojên din bi guhertina şexsan her wisa sindoqan derdixistin. Di nava qelebalixiya hilbijartinê jî ev zû nayê dîtin.

 

DITIB ji bo Erdogan manîpule, dizî û sextekarî dike

Eşkere ye ku DITIB ji bo rejîma AKP-MHP sextekariya heyî ku çavkaniya xwe ji hişmendiya Tirkiyê digire, li Ewrûpa belav dike û dide şixulandin. Sindoqên ku tên dizîn jî “winda dibin`” an jî dema bi keştiyan derbas dikin di avê de şil dibin, êdî ew deng nayên şixûlandin. Di bin navê xebatên hilbijartinê DITIB rehat tevdigere û hilbijartinê li gor xwe birêve dibe. Ev mijar ku bûye sedema nîqaşan bertekên wekî ev hilbijartin çawa rewa tê dîtin, vaye carekî din sextekariya AKP-MHP û Erdogan radixe ber çavan. 


Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): DITIB  AKP  MHP  Fasist  desthilatdar  Kurd  hilbijartin  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.