Eşîra Bobeniyan: Em ê Tola Xwe Hildin
Haberler / 28 Haziran 2018 Perşembe Saat 14:20
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Eşîra Bobeniyan ên ku li Efrînê bi cih bûne piştî kuştina 3 kesên ji eşîra wan bi destê El-Cebhe El-Şemiyê pêk hatibû, bi daxuyaniyekê soza tolhildana wan dan.

EFRÎN – Eşîra Bobeniyan ên ku li Efrînê bi cih bûne piştî kuştina 3 kesên ji eşîra wan bi destê El-Cebhe El-Şemiyê pêk hatibû, bi daxuyaniyekê soza tolhildana wan dan. Diyarkirin ku ne tenê El-Cebhe El Şamiye wê hemû çeteyên ku zilim li gel dikin di hedefa wan de bin. Li Efrînê di 20`ê hezîranê de çeteyên bi navê OSO yên girêdayê dewleta Tirk dema ku bijîşkek ji eşîra Bobeniyan li hember kiryarên wan ên weke dizî û talanî derket kuştin û yek jin 2 kes jî di dema xwepêşandanên li dijî çeteyan pêk hat de di encama gulebaranê de hatin kuştin, hêrsa eşîrên Bobeniyan û tevahiyê gelê di Efrînê de dimînin a li hember çeteyan mezintir bû.

Nîqaş û xwepêşandanên gelên di Efrînê de dimînin ku hêj jî berdewam dike, ji ber zilm û zordariya çeteyan şervanên YPG/YPJ’ê jî bi çalakiyên taybet ên li hemberê çeteyan berdewam dikin.


‘WÊ WİSA Jİ ÇETEYAN RE NEMÎNE’

Ji ber kiryarên zext û zordariya çeteyên OSO yên girêdayê dewleta tirk, berê de jî komek ji gel daxuyanî dabûn ku ew van kiryarên çeteyan qebûl nakin û xwepêşandan hatibûn lidarxistin, niha jî piştî kuştina 3 kesên sivîl komek ku diyar dikin ew ji eşîra Bobeniyane bi daxuyaniyekê soza tolhildanê dan.

Daxuyaniya ku bi zimanê erebî hatiye dayîn û dîmenê wê hatiye kişandin de ev tişt tê gotin: “Em weke eşîra Bobeniyan li Efrînê li hemberê kiryarên çeteyên dewleta tirk ên wek e dizî, talanî, kuştin, revandin, şewtandina malan, tecawiz kirin û îşkence kirinê bi awayekî veşartî û berfirehî heyanî ku çete ji Efrînê derbikevin çalakiyan lidarbixin. Bila baş bê zanîn ku wê wisa ji çeteyan re nemîne û em dê tola xwe hildin.”

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): cete  efrin  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.