Çeteyan Endamên Komîteya Xwe Ya Lihevkirinê Kuştin
Haberler / 29 Haziran 2018 Cuma Saat 11:10
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Şer û pêvçûnên di navbêra komên çete yên li ser qadên talaniyê berdewam dike.

EFRÎN – Şer û pêvçûnên di navbêra komên çete yên li ser qadên talaniyê berdewam dike. Komîteya ku ji bo ya du koman lihev bîne hatibû avakirin, di dema silhê de careke din nîqaş derket û derbasî pêvçûnê bû, di encamê de 3 endamên komîteya lihevkirinê hatin kuştin, 4 jî ji çeteyan birîndar bûn.

Şer û pêvçûnên di navbêra komên çete yên bi navê OSO yên girêdayê dewleta Tirk berdewam dikin. Duh di 28’ê hezîranê de li salona dawetê ya bi navê Cîn a navenda Efrînê, ji bo 2 komên çete yên bi navê El-Cebhet El-Şamiye û Lîwa Muhatesim de ji bo qada talaniyê serwer bibin pêvçûn derketibû û ji her du aliyan kuştî û birîndar bibûn, wan lihev bînin merasîma lihevkirinê pêk anîn. Komîteya Lihevkirinê ya hatibû avakirin, di dema merasîma lihevkirinê de dîsa di navbêra endamên her du komên çete de nîqaş derketin û di demek kurt de zivirî pêvçûna bi çek. Di vê pêvçûnî de 3 endamên komîteya lihevkirinê hatin kuştin û 4 endamên komên çete jî bi giranî birîndar bûn.

 

ROJÊ Bİ DEHAN SİVÎLÊN KU Jİ XÛTA Û CİHÊN DİN HATİNE TÊN KUŞTİN

Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku ji ber sedema pevçûnên ku her roj di navbera çetan de li Efrînê diqewimin bi dehan sivîlên ku ji derve anîne û di Efrînê de bi cih kirine dibin qurbanî, Êdî ew malbatên ku ji derve hatine û di Efrînê de

bi cih bûne ji ber vê rewşê bêzar bûne. Hin malbatên ji Xuta hatine bi riya nasên xwe yên çete hewildidin ji Efrînê derbikevin. 

 

SEDEMA PÊVÇÛNÊN Dİ NAVBÊRA ÇETEYAN DE Çİ YE?

Hat diyarkirin ku roj namîne ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn dernekeve. Hat zanîn ku sedema van pêvçûnan ew e ku di navenda Efrîn, navçe û gundewarên wê, komên çete ji bo talanî, dizî û ganîmetên şer parve bikin nîqaşan dikin û ev nîqaş dizivirin pêvçûnan.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  cete    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.