Li Başur Bi Çekên Ji Tirkiyê Tên Di Nava 10 Rojan De 17 Kes Hatin Kuştin!
Haberler / 02 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 08:29
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li gor rêjeyên derketine holê li Herêma Kurdistana Federal çekên ku tê gotin ji Tirkiyê tên di bazaran de bi awayek serbest tên firotin û dibe sedema kuştina gelek kesan.

HEWLÊR – Li gor rêjeyên derketine holê li Herêma Kurdistana Federal çekên ku tê gotin ji Tirkiyê tên di bazaran de bi awayek serbest tên firotin û dibe sedema kuştina gelek kesan. Hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 17 kes bi van çekan hatine kuştin. Li gel vê yekê ji aliyê hikumeta başurê Kurdistanê ve tu tedbîr nehatiye girtin.

Di salên dawî de gelek kuştin an jî xwekuştin di Herêma Kurdistana Federal de her çiqas diçe zêde dibe. Li gor agahiyan ev rewş ji ber di bazarên bajar û navçeyên başurê Kurdistanê de bi awayek serbest tên firotin û ji bo pêşî lê bê girtin ji aliyê ewlekariya heremê ve tu tedbîr nehatiye girtin. Hat destnîşankirin ku di nava 10 rojên dawî de kuştina 17 kesan wek mînak tê nîşandan. 

 

BUHAYA ÇEKAN DAKETİYE 100 DOLARÎ

Di van çend salên dawî de ji ber têkçuna rêveberîya Hukumeta herêmê, nebuna qanûnekî bi bandor, xirabuna rewşa siyasî, aborî û civakî herêma Kurdistanê ketiye rewşekî pir aloz. Bajarên herêma Kurdistanê bi taybet Hewlêr bûye navenda firotina çekên bê destur. Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin ev çek ji Turkiyê derbasi herêma Kurdistanê dibin û di bazaran de bi awayekî serbest bi 100 dolarî difroşin hemwelatiyan. Ji ber zêdebuna van çekan li her bajarên herêma Kurdistanê gelek kes li kolanan tên kuştin, yan jî xwe dikujin. Her roja ku diçe revandina kesan, kuştin û talankirina ji alîyê kesên ne diyar ve zêde dibe. Di rewşekî wisan de her ku roja diçe herêma Kurdistanê ber bi rewşekî xirab ve û pêşerojekî metirsidar ava dike.

 

Bİ VAN ÇEKAN Dİ NAVA 10 ROJAN DE 17 KES MİRİN

Li herêma Kurdistanê li bazarên gel ji ber zêdebuna firotina çekên bê destur rojane dibin sedema mirina gelek kesan. Ev 17 bûyer ên di nava 10 rojan de pêk hatî wiha ne:

* Di dîroka 27 hezîran 2018 de demjimêr 23:30’’an de  hemwelatiyek bi navê  M.H.Q, (34) ku xwecihê taxa Kêwereş a Ranya ye,  dema li nahiya Çarqurne taxa Yekitî  li mala xizmê wî yê bi navê K.M.M bazara çek dikirin, fişek di destê wan de teqiyaye û jiyana xwe ji dest dide.

*Di  27.hezîran 2018’an de ciwanê bi navê Karwan İbrahîm (27) li qezaya Mêrgesor’ê di demjimêr 14.00 ‘an de tê îdeakirin ku bi guleyekê xwe kuştiye. Karwan Îbrahîm ku xwendekarê pola 12’ê de bû, di heman demê de pêşmerge bû. 

* Di 26’ê Hezîrana 2018’an de ciwanê bi navê Mehemed Kemal Ebdullah (17)  di Mizgefta Ebubekir Sedîq a li navçeya Pênciwên daliqandî hat dîtin.  Ligel daliqandî hatî dîtin jî li ser termê Ebdullah şopên guleyê hatî dîtin, lê sedema mirina wî nehate zanîn.

* Di 24’ê  Hezîrana 2018’an de li navçeya Tasluce ya girêdayî parêzgeha Silêmanî’yê, du hemwelatî ji ber sedemên civakî bi çekan hatin kuştin.  Her du kesên ku navên wan nehat zanîn, tê gotin ku yek ji wan rêveberê Pêşmergeyên heremê ye. Hat diyarkirin ku di buyerê de 3 maşîne, 3 qileş û 2 demance hatin desteser kirin û buyer ji alîyê polisan ve tê lêkolînkirin.

* Hat destnîşankirin ku li bajarê Hewlêr li ser caddeya 100 metrî, du kesên nasnameya wan nehat hînbûn bi çek êrîşê ser kargehekî dikin û di encamê de du kes bav û kur navên wan nehat zelalkirin hatin kuştin.  Heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

* Hat îdeakirin ku li taxa Asude ya navçeya Çemçemal  ciwanekî 18 salî bi du guleyan dawî li jiyana xwe anî. Buyer ji alîyê polisan ve tê lêkolînkirin.

*Di  21’ê Hezîrana 2018’an de li ser rêya Keznezan û Hewlêr ciwanek xelkê Koyê ji alîyê keseki ne diyar ve bi çekê hat kuştin. Sedema bûyerê nehat zanîn. 

* Berîya vê buyerê li Hewlêr kesekî 27 sal ji ber sedema ku şikandina otomobilê ji alîyê xwedîyê wê ve hat kuştin.

* Disan du roj berê li Hewlêr taxa Koran ciwanek bi navê Nebî Eziz bi heman sedemê li mala xwe ji alîyê keseki ve bi çar guleyan li ber derîyê mala xwe hat kuştin.

* Di 20’ê Hezîrana 2018’an de kesekî 28 salî li bajarê Helebçe hat îdeakirin ku bi çeka xwe  dawî li jiyana xwe anî. Sedemê xwe kuştina wi ji alîyê polîsan ve tê lêkolîn kirin.

 

3 Jİ WAN JİN İN

Hat destnîşankirin ku ji van 17 bûyerên kuştinê 2 ji wan jin in.

*Di 25’ê Hezîrana 2018’an de hat îdeakirin ku jineke navê wê nehat zanîn di Girtîgeha Çaksazî ya Jinan a Hewlerê di cihê serşoyê de daliqandî hatî dîtin. Hat diyarkirin ku jin du roj berê ji ber sedemên civakî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre jî biribûn girtîgehê. 

*Di 24’ê Hezîrana 2018’an de, jinekî ciwan temen 26 sal li senterê Jinan a li taxa Qirge ya bajarê Silêmanî daliqandî hatiye dîtin û jiyana xwe ji dest daye. 

Her wiha di heman rojê de jinekî din a ciwan ji ber sedemeke ne diyar agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.


Lİ HEWLERÊ TEXSİYÊN BÊ PLAQE Û PERÇEYÊN ÇEKÊN BÊ DESTUR HATİN GİRTİN 

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, di rêgiriya kontrolkirina rêya deşta Hewlêr de çend parçeyên çekan, kêr, alavên boksê, otomobîlên cam reş û bê plaka hatin desteser kirin. Hêjayî gotineye ku di hefteya dawîde li herêma Kurdistanê bi dehan kes xwe bi van çekan kuştine yan ji hatine kuştin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Basue  kustin  cek  Tirkiye  hewler  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.