Kornolojiya heftiyekê ya êrîşên ser Rojava
Kronoloji / 02 Eylül 2018 Pazar Saat 07:16
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Êrîşên dewleta tirk bê navber li ser Rojava tên kirin. Gel ji ber kiryarên wan êdî bê zar bûna. Êrîşên dewleta tirk li ser Rojava û bi taybet ser Efrînê di nava heftiyekê de wiha ne:

Êrîşên dewleta tirk bê navber li ser Rojava tên kirin. Gel ji ber kiryarên wan êdî bê zar bûna. Êrîşên dewleta tirk li ser Rojava û bi taybet ser Efrînê di nava heftiyekê de wiha ne:

Di 25`ê tebaxê 2018`an de Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê gora bîrewer, nivîskarê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî hatine şikandin.

Di 26`ê tebaxê de welatiyê bi navê Seîd Teter yê (53 salî) yê ji gundê Ereba yê navçeya Mabeta, berî bi demekê ji aliyê grûpa Fetih ve bi armanca standina pereyan hatibû girtin, lê rewşa wî ya tenduristî ji ber lêdan û eşkencê gelek xirab bûbû, loma çekdaran ew berdan, Pişt re Seîd Teter bo nexweşxaneyeke bajarê Kilîsê yê Tirkiyê ve hat veguhestin û li wir canê xwe ji dest da.

Di 27`ê tebaxê de Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve bi behaneya ku gundê tilifê devereke serbazî ye rê nadin gundiyan ku vegerin ser mal û milkê xwe.

Di 27`ê tebaxê de ji ber nakokiyên di navbêra çetan û bi taybet li ser mijara tecewizkirina jinekê ji aliyê Ebû Emşe ve yên ku li navçeya Şiyê bi cih bûne rewşeke bê ser û ber tê jiyan kirin. Di heman demê de pêşbînî tê kirin hêza “El-Muitesim Billah” ligel “Ehrar El-Şerqiyye” êrîşî ser hêza “El-Hemzat” bikin ev yek jî tirsek di nava sivîlan de daye avakirin. Herwiha 50 otomobîlên leşkerî ji bo êrîşê ji Efrînê ber bi rêya Recoyê ve çûne gundê Xelîl û Mamelayê.

Di 27`ê tebaxê de Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Mosaka yê herêma Racoyê welatiyê bi navê Şêrwan Mistefa (34 sal) revand û êşkencekirin, ji bo serbestberdana wî fidiye ji malbatî wî dixwazin.

Di 30`ê tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Coqê ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Hisên Ebdulrehman Reşo (38) ê revandin, piştî êşkence kirin, erebeya wî dizîn.

Di 31`ê tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi navê Feyleq El-Şam li gundê Kebşîn ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dehan sivîl revandin ber bi cihên nayên zanîn û milkên wan talan kirin.

Di 31`tebaxê de Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi pêşengtiya ENKS`ê sivîlên Efrînê ku berê endamên PYD`ê bûn an jî welatparêziyê dikin, tên nîşandan û piştre jî tên revandin. Çete ji bo berdana wan jî fidye ji malbatan dixwazin. Li gor çavkaniyên heremê, di rojên dawî de ji ber van hincetan bi pêşengtiya ENKS’yiyan 28 kes hatine revandin û fidye ji malbatan tên xwestin.

Di 1`ê îlonê de di dîmenekî de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker bi cilên reş kêr li ser stûyê welatiyê bi navê Xesan Fewozî Hesen ê ji gundê Badînayê daniye û gefa serêjkirinê lê dixwe ku heke 10 mîlyon lîreyên Sûrî nede.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Rojava  eris  dewleta  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.