Kornolojiya Heftiyekê Ya Çalakiyên YPG`ê û Xezeba Zeytûnê Li Efrînê
Kronoloji / 02 Eylül 2018 Pazar Saat 13:06
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hêzên YPG derbeyên giran li leşker û çeteyên dewleta Tirk didin.

Hêzên YPG derbeyên giran li leşker û çeteyên dewleta Tirk didin. Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên YPG`ê û Xezeba Zeytûnê çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Di navbera dîrokên 26`ê Tebax û 1 Îlonê de çalakiyên cûda li darxistin û derbeyên giran li dagirkeran xistin. Agahiyên berfireh yên çalakiyên ku hatine lidar xistin wiha ne:

 

Çalakiyên YPG`ê

Di 28’ê Tîrmeha 2018`an de YPG`ê li navçeya Şera bi ser baregeheke koma çete ya bi navê Tumena Sultan Murad de girtin. Di encama pevçûnên sîngesîng de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî hate birîndarkirin.

Herwiha li ser rêya Cindirêsê li hember yek ji serçeteyên Feylaq Şam çalakiyeke sûîkastê hate li darxistin. Di encama çalakiyê de serçete hate kuştin.

Di 29`ê tîrmehê de li gundê Berbenê yê girêdayî navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li hember bendeke kontrolê ya hevbeş ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Firqet Hemze pêk anîn. Di encama çalakiya sabotajê de 2 leşkerên Tirk yên dagirker û 2 çeteyên Firqet Hemze hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

 

Bi armanca tolhildana du hevalên YPG`ê yên ku dı diroka 9’ê Tebaxê li gundê Biyê di encama komployekê de hatibûn şehîd xistin YPG`ê rêzeçalakiyên bi bandor lidar xistin. Encamên van rêze çalakiyan wiha ne:

 1.      di saet 01:00’an de YPG`ê li hember xaleke kombûnê ya çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor lidar xistin. Kombûna çeteyan hate hedef girtin û di mesafeyek nêz de bi awayek bandor hate lêdan. Di encama pevçûnên sînge sîng de 10 çete hatin kuştin, 2 çekên AK-47 û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin û motosîkletek hate rûxandin. Herwiha gelek çete di dema çalakiyê de ji qada şer reviyan.

2.      Di saet 03:30’an de dema çete dixwestin di herêmê de tevger bidin destpêkirin, yekîneyek YPG`ê çalakiyeke sabotajê li hember erebeyeke leşkerî ya çeteyan pêk anî. Di encama çalakiyê de erebe bi temamî hate rûxandin û 5 çete tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê komên çete operasyonek berfireh li herêmê dan destpêkirin. Operasyona ku li gundên Biyê, Kefr Nebo, Birc Heyder û Beradê yên navçeya Şêrawa destpê kir, demek şûn de bê encam paşve kişiya.

3.      Di saet 06:30’an de yekîneyek YPG`ê li ser rêya di navbera gundên Biyê û Kefr Nebo de bi çalakiyeke sabotajê du erebeyên leşkerî hedef girtin. Di encama çalakiyê de herdû erebe hatin derbkirin, yek ji serçeteyê Feylaq El Şam bi navê Xalid El Ebîd 4 çete hatin kuştin û hejmarek çete brîndar bûn.

 

Di encama van çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin de, bi giştî 19 çete hatin kuştin, 3 erebe û motosîkletek komên çete hatin rûxandin û derbkirin û 2 çekên tîpa AK-47 (Kalashnikov) û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.

Di 30’ê Tebaxê de komek çeteyên girêdayî koma bi navê Asefat el-Şîmal di navbera gundên Qitmê û Qestel Cindo yên girêdayî navçeya Şera ji alî şervanên YPG`ê ve hatin kemînkirin. Di encama çalakiyê de hejmarek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal di derheqê kuştî û birîndarên çeteyan de bidest neketin.

Di 31’ê Tebaxê de komek din yên çeteyan ku li bejahiya navçeya Şêrawa operasyon lidar dixistin, li gundê Başemrê ji alî yekîneyek YPG`ê ve hatin kemînkirin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

Di 1’ê Îlonê de hêzên YPG`ê li hember benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de hate zelalkirin ku 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

 

 Xezeba Zeytûnê

Di 28`ê tebaxê de li ser riya navçeya Reco ya Efrînê yek ji çeteyên Feyleq El-Şam a bi navê Ziyad Mihemed Xeybûn ji aliyê Xezeba Zeytûnê ve hedef hate girtin û hate kuştin.

Herwiha fermandarê Sultan Murad a bi navê Ebû Mihemed Domenî li ser riya di navbera Senderê û Til Şeyîr ên girêdayî El-Rayî ji aliyê Xezeba Zeytûnê ve hedef hate girtin û hate kuştin. Herwiha sîleha wî jî hate girtin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YPG  Calaki  xezeba  zeytune  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.